Li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê hemû dibistan û sazî hatin tetîlkirin

Li gorî çapemeniya Îranê, Alîkarê Şaredarê Tehranê Ebîd Melekî li ser asta qirêjiya hewayê ya bajêr û tedbîrên hatin sitandin, daxuyanî da.

Li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê hemû dibistan û sazî hatin tetîlkirin

Li paytextê Îranê Tehranê ji ber zêdehiya qirêjiya hewayê hemû dibistan, zanîngeh û saziyên dewletê hatin tetîlkirin.

Li gorî çapemeniya Îranê, Alîkarê Şaredarê Tehranê Ebîd Melekî li ser asta qirêjiya hewayê ya bajêr û tedbîrên hatin sitandin, daxuyanî da.

Melekî wiha got, "Komîteya Rewşa Bilez a Qirêjiya Hewayê ji ber şertên xerab civiya. Roja sêşemê asta qirêjiya hewayê dê bilind bibe. Lewma biryar hat dayîn ku li Tehranê hemû sazî, zanîngeh û dibistan bên girtin."

Tehran li dinyayê di rêza qirêjiya hewayê da di nava 3 bajarên ewil da ye

Ji xeynî erdnîgariya bajêr a ne li gorî sîrkulasyona hewayê û nifûsê wê zêde, dûmana egzozê ya wesayîtên kevn û motosîkletên ku zêde berbelav in, dibin sedem ku qalîteya hewaya bajêr dakeve.

Li Tehrana ku tê destnîşankirin, di rêza qirêjiya hewayê ya li seranserî dinyayê da di nava 3 bajarên ewil da ye, ji ber vê çendê dibistan gelek carî tên tetîlkirin.

Di endeksa qalîteya hewayê da rêza amarên ku li gorî madeya partîkulê (PM10) di nava mêtrokûpek hewayê da tê kifşkirin, wiha ye:

Navbera 0-50 "paqij" (kesk), 51-100 "navînî" (zer), 101-150 "hesas" (porteqalî), 151-200 "netendurist" (sor), 201-300 "xirab" (binefşî), 301-500 "xeternak" (qehweyî).AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE