Li Teksasê êrîşa çekdarî: 21 kuştî

Li Teksasa eyaleta Amerîkayê di êrîşa çekdarî ya li dibistanekî da herî kêm 18 zarok hatin kuştin

Li Teksasê êrîşa çekdarî: 21 kuştî

Hat diyarkirin ku li Teksasa eyaleta Amerîkayê li dibistanekî êrîşa çekdarî hat kirin, ji ber êrîşê herî kêm jê 18 zarok bi tevahî 21 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên ji çapemeniya herêmî hatin bidestxistin êrîş li bajaroka Uvaldeya ku serjimara wê 16 hezarî zêdetir e û 90 deqîqe li rojavayê San Antonîoyê ye hat kirin.

Di êrîşa ku birin ser dibistana Uvaldeyê ya ku biqasî 600 xwendekar lê perwerdeyê dibînin da herî kêm jê 18 zarok hatin kuştin, mezinekî 45 salî jî di nav da 13 kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Memorîal a Uvaldeyê.

Polêsan ragihand ku gumanbar hat binçavkirin û der heqê bersûc da tu hûrgilî nehatin parvekirin.

Waliyê Teksasa eyaleta DYAyê Greg Abbott piştî êrîşê daxuyandibû ku di êrîşa li dijî dibistanê de 14 xwendekar û mamosteyek hat kuştin.

Hemû dibistanên li bajarokê hatin girtin û navber dan perwerdeyê û hat ragihandin ku tîmên SWAT ên ku polêsên San Antonîoyê şand cihê bûyerê bi firoke û mifetişên sûcê va bi awayekî aktîf der barê bûyerê da lêpirsînê dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE