Li Teksasa eyaleta Amerîkayê êrîşa biçek: 20 kuştî, 26 birîndar

Li El Pasoya bajarê li ser Teksasa eyaleta Amerîkayê li navenda danûstandinê di êrîşa çekdarî da 20 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Li Teksasa eyaleta Amerîkayê êrîşa biçek: 20 kuştî, 26 birîndar

Li El Pasoya bajarê li ser Teksasa eyaleta Amerîkayê li navenda danûstandinê di êrîşa çekdarî da 20 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Waliyê eyaleta Teksasê Greg Abbott daxuyaniya çapemeniyê da û got li bajarê El Pasoyê li navenda danûstandinê ya Cielo Vistayê di maxazeya Walmartê da êrîşeke çekdarî hat kirin, di êrîşê da 20 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Abbott got birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê û ev êrîşeke tundiyê ya nemerd û bêwate ye.

Rayedarên navenda polêsan a El Pasoyê jî daxuyandin şikbar Amerîkiyekî çêrmspî yê bi navê Patrick Crusius (21) e û ew hatiye binçavkirin.

Ji Trump daxuyanî

Ji Qesra Spî jî der barê êrîşê da daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin der barê bûyerê da agahî dane Serok Donald Trump û ew mijarê ji nêz va dişopîne.

Trump li ser Twîtterê peyamek weşand û got "Li El Pasoya Teksasê êrîşa erjeng. Agahî pir xirab in. Gelek kes mirin."

Trump got ew ji rayedarên herêmî û eyaletê agahiyan hildide û piştgiriyê dide wan.

Buroya Federal (FBI) û polêsên ji herêmê jî der barê êrîşê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Sûcê nefretê

Ji hêla din Şefê Polêsan ê El Pasoyê Greg Allen jî daxuyand êrîşkar rojek berê manîfestoyek weşandiye û peyamên naveroka wan ji nefretê pêk tên parve kiriye.

Allen got ev êrîş dibe ku "sûcekî nefretê" be.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE