Herêmên ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatin paqijkirin jê hinek wisa nin ku 25 salan zêdetir e xizmetek neçûye derê mirovan, rêyên wan nehatine çêkirin û ava wan a vexwarinê jî tune.
Li Elîbecliyeya girêdayî Tel Abyadê ya ku rêxistinê zor da 20 hezar Tirkmen û Ereban ew koç bikin, SUDKOM hewl dide bîrên avê nû bike.
Bi hevkariya Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê, Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Türkiyeyê û saziyên din ên kamuyê bîrên avê hatin nûkirin, qasî 2 rojan ew hatin ceribandin û paşê ji bo bikaranînê ew hatin teslîmkirin.
Şêniyên li wir dijîn gotin bi salane şaredariyê xizmet nedaye wan û rêxistina terorê dema ji herêmê vekişiyaye jî xetên ceyranê û bîrên avê xirab kiriye.
Bi destê Türkiyeyê li herêmê ewlehî û aramî pêk hatibû û piştî vê gelek şêniyên Elîbecliyeyê vegeriyabûn axa xwe.
AA