Li Tel Avîvê îstîfaya Netanyahû hat xwestin

Di xwepêşandana ku li Tel Avîvê bangawaziya îstîfayê li Binyamîn Netanyahû hat kirin.

Li Tel Avîvê îstîfaya Netanyahû hat xwestin

Di xwepêşandana ku li Tel Avîva paytexta Îsraîlê hat lidarxistin de bangawaziya îstîfayê li Binyamîn Netanyahû yê ku ji 3 dosyayên gendeliyê derheqê wî de biryara dozê hatiye vekirin, hat kirin. 

Li Îsraîlê Îtîfaqa Yekîtiya Demokratîk ku yek ji partiyên mixalefetê ye li Meydana Habîmayê xwepêşandan li dar xist û bi sedan kesên dijî Netanyahû tê de beşdar bûn.

Xwepêşandêrên ku di destê wan de pankartên bi fotografê Netanyahû li ser nivîsandîbû "Serokwezîrê Sucê", diruşmên weke "Bîbî (Netanyahû) here malê", "Netanyahû îstîfa" xwendin. 

Xwepêşandana li Tel Avîvê bû yekemîn xwepêşandan a ku piştî biryara dozvekirinê derheqê Netanyahû hat lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE