Li Tennesseeya eyaleta Amerîkayê di lehiyan da 10 kes mirin

Li Tennesseeya eyaleta Amerîkayê di lehiyan da 10 kes mirin

Li Tennesseeya eyaleta Amerîkayê di lehiyên ji ber barana gur çêbûn da 10 kes mirin, 31 kes jî winda bûn.

Li gor nûçeya CNNyê, Ajansa Rêvebiriya Rewşa Acil a Tennesseeyê (TEMA) daxuyand li gelek herêmên eyaletê ji ber barana gur lehî çêbûn.

Şefê Polêsan yê Humphreysê Chrîs Davîs daxuyand di lehiyan da jê 2 zarok 10 kes mirin, 31 kes jî winda bûn.

Davîs got ji bo kesên winda bên dîtin xebat dewam dikin.

TEMAyê daxuyand ji ber lehiyê li bajarê Waverlyê otoban hatiye girtin, li herêmên Hîckman, Houston û Humphreysê jî ceyran tune.

Li herêmên lehî çêbûye bi firokeyan va alîkarî tê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE