Li Terhûneyê ji gorên komî 7 cesedên din hatin derxistin

Milîsên Hefter dema 14 mehan êrîşî paytext Trablusê kiribûn bajarê Terhûneyê ji xwe kiribûn navend. Piştî Terhûne ji destê wan hat xilaskirin li bajêr û dora wê 11 gorên komî hatibûn dîtin.

Li Terhûneyê ji gorên komî 7 cesedên din hatin derxistin

 Serokê Saziya Lêkolîn û Tespîtkirina Windabûyiyan ya girêdayî hikûmeta Lîbyayê Kemal es-Seyewî ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand li Terhûneyê di xebatên vekolandina gorên komî da îro 7 cesedên din hatin derxistin.

Seyewî got ji bo sedema mirina wan bê zanîn wan cesed şand Midûriya Tipa Edlî.

Milîsên Hefter dema 14 mehan êrîşî paytext Trablusê kiribûn bajarê Terhûneyê ji xwe kiribûn navend. Piştî Terhûne ji destê wan hat xilaskirin li bajêr û dora wê 11 gorên komî hatibûn dîtin.

Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî (MCN) jî di 22yê Hezîranê da daxuyandibû ku li Terhûneyê û dora wê 11 gorên komî hatine dîtin ku der barê van da agahiyên ewle gihîştiye destê Dozgeriya MCNyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE