Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê mirin ji 4 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê mirin ji 4 milyonî derbas bû

 Li çar aliyê dinyayê jimara kesên ji şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 4 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike herî zêde kes li Amerîkayê mirin. Li Amerîkayê 621 hezar û 335 kes, li Brezîlyayê 525 hezar û 229 kes, li Hindistanê 403 hezar û 310 kes, li Meksîkayê 233 hezar û 689 kes, li Peruyê 193 hezar û 389 kes, li Rûsyayê 138 hezar û 579 kes, li Îngiltereyê 128 hezar û 231 kes, li Îtalyayê 127 hezar û 680 kes, li Fransayê 111 hezar û 197 kes û li Kolombiyayê 109 hezar û 466 kes mirin.

Jimara kesên ku ji vîrusê mirin li tevahiya dinyayê derket 4 milyon û 818an.

Li Tirkiyeyê jî ji ber Kovîd-19ê heta 5ê tîrmehê 49 hezar û 959 kes mirin.

Şewba Kovî-19 ya ku di Berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket meydanê heta niha li çar aliyê dinyayê belav bû.

Li seranserê dinyayê heta niha 184 milyon û 938 hezar û 346 kes bi şewbê ketin, 169 milyon 313 hezar û 630 kes jî baş bûn.

Hê tedawiya 11 milyon û 623 hezar û 898 nexweşan jî dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE