Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 110 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 110 milyonî derbas bû

 Li tevahiya dinyajimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 110 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên tesbîtkirî derket 110 milyon û 35 hezar û 727an.

Welatê ku lê herî zêde pêketî hene, bi 28 milyon û 381 hezar û 220 pêketiyan va Amerîka ye.

Di jimara pêketiyan da piştî Amerîkayê, bi 10 milyon û 937 hezar û 320 kesan va Hindistan, bi 9 milyon û 921 hezar û 981 kesan va Brezîlya, bi 4 milyon û 99 hezar û 323 kesan va Rûsya, bi 4 milyon û 58 hezar û 468 kesan va Îngiltere, bi 3 milyon û 489 hezar û 129 kesan va Fransa, bi 3 milyon û 96 hezar û 343 kesan va Îspanya, bi 2 milyon û 739 hezar û 591 kesan va Îtalya, bi 2 milyon û 602 hezar û 34 kesan va Tirkiye, bi 2 milyon û 352 hezar û 766 kesan va Almanya, bi 2 milyon û 202 hezar û 598 kesan va Kolombiya, bi 2 milyon û 33 hezar û 60 kesan va Arjantîn, bi 2 milyon û 4 hezar û 575 kesan va Meksîka, bi 1 milyon û 596 hezar û 673 kesan va Polonya, bi 1 milyon û 534 hezar û 34 kesan va Îran, bi milyonek û 494 hezar û 119 kesan va Afrîkaya Başûr, bi milyonek û 276 hezar û 618 kesan va Ukrayna, bi milyonek û 244 hezar û 729 kesan va Peru, bi milyonek û 233 hezar û 959 kesan va Endonezya, bi milyonek û 99 hezar û 654 kesan va Çekya û milyonek û 34 hezar û 795 kesan va Hollanda tê.

Li tevahiya dinyayê 2 milyon û 429 hezar û 822 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 84 milyon û 865 hezar û 62 kes jî ji vîrusê filitîn û qenc bûn. Hê 22 milyon û 741 hezar û 402 nexweşên ku tedawî dibin, hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE