Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê ji 79 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê ji 79 milyonî derbas bû

 Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 79 milyonî derbas bû.

Li gor malpera Worldometersa ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di şewba ku li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belavî dinyayê bû da jimara waqieyan bi tevahî derket 79 milyon û 57 hezar û 616an.

Welatê ku herî zêde lê waqie hatin dîtin bi 18 milyon û 917 hezar û 152 waqieyan va Amerîka ye.

Piştî Amerîkayê bi 10 milyon û 123 hezar û 778an va Hindistan, 7 milyon û 366 hezar û 667an va Brezilya, 2 milyon û 933 hezar û 753an va Rûsya, 2 milyon û 505 hezar û 875an va Fransa, 2 milyon û 149 hezar û 551an va Îngiltere, 2 milyon û 82 hezar û 610an va Tirkiye, milyonek û 991 hezar û 278an va Îtalya, milyonek û 847 hezar û 874an va Îspanya, milyonek û 587 hezar û 908an va Almanya, milyonek û 553 hezar û 865an va Arjantîn, milyonek û 544 hezar û 826an va Kolombiya, milyonek û 350 hezar û 79an va Meksîka, milyonek û 226 hezar û 883an va Polonya, milyonek û 177 hezar û 4an va Îran û milyonek û 2 hezar û 263an va Perû tê.

Ji ber Kovîd-19ê li tevahiya dinyayê milyonek û 737 hezar û 751 kes mirin, 55 milyon û 648 hezar û 937 kes jî ji vîrusê filîtîn û baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE