Li Til Ebyadê rê li ber êrîşa bibombe hat girtin

Wezareta Parastina Neteweyî: "Li Til Ebyadê terorîstê PKK/YPGyî yê amadehî dikir bi motorsîkleta xwe ya bombebarkirî va êrîşî sivîlên bêguneh bike, ji hêla qomandoyên me va birîndar hat girtin."

Li Til Ebyadê rê li ber êrîşa bibombe hat girtin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li Til Ebyada Sûriyeyê terorîstekî PKK/YPGyî yê ku amadehî dikir bi motorsîkleta xwe ya bombebarkirî va êrîşî sivîlên bêguneh bike, birîndar hat girtin.

Li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî wiha hat gotin: "Li Til Ebyadê terorîstê PKK/YPGyî yê amadehî dikir bi motorsîkleta xwe ya bombebarkirî va êrîşî sivîlên bêguneh bike, ji hêla qomandoyên me va birîndar hat girtin."

Hat gotin teqemeniya desteçêkirî, mayîn û alavên di çenteyê terorîst da bûn hatin îmhekirin.

Wêneyê teqemeniyê jî di peyamê da hat parvekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE