Li Til Ebyadê rê li êrîşa terorê hat girtin

Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li Til Ebyadê wesayîteke ku bi destê terorîstên YPG/PKKyî bombe tê da hatibû bicihkirin, ferq kirin û rê li ber êrîşa terorê girtin

Li Til Ebyadê rê li êrîşa terorê hat girtin

Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li Til Ebyadê wesayîteke bombebarkirî tesbît kir û rê li ber êrîşa terorê girtin. Bombeya di wesayîtê da bi kontrol hat teqandin.

Li navçeya Til Ebyada ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin, fealiyetên lêgerîn û kontrolê yên ji bo edilandina ewlekariyê berdewam in.

Eskerên ANSê, di vê çarçoveyê da li navenda navçeya Til Ebyada li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê, wesayîteke ku bi destê terorîstên YPG/PKKyî bombe tê da hatibû bicihkirin, tesbît kir.

Wesayîta ku bi tedbîrên ewlekariyê ji navenda bajêr hat derxistin, li ciyekî dûrî sivîlan bi kontrol hat teqandin.

Wezareta Parastina Neteweyî jî duh ragihandibû ku wesayîteke din a ku bi destê YPG/PKKyê li Til Ebyadê bombe tê da hatibû bicihkirin, bi destê tîmên tesbît û jinavbirina teqemeniyê bi kontrol hat jinavbirin.

Li kirê Til Ebyadê pêr li ciyê bazarê motosîkleteke bombebarkirî hatibû teqandin, 3 jê zarok 5 sivîl birîndar bûbûn.

Navçeya Til Ebyadê ya li ser xaka Sûriyeyê ku dikeve hemberî navçeya Akçaqeleyê, 13ê cotmehê ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hatibû xilaskirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE