Li Til Ebyadê êrîşa terorê

Li cihê bazarê motosîkleta bombebarkirî teqiya, 3 jê zarok û 5 sivîl birîndar bûn.

Li Til Ebyadê êrîşa terorê

Li çolwarê navçeya Til Ebyada li sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê li cihê bazarê motosîkleteke bombebarkirî hat teqandin ji ber teqînê 3 jê zarok 5 sivîl birîndar bûn.

Li çolwarê başûr a navçeya Til Ebyada ku ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin li gundê Eyn Arusê li cihê bazarê motosîkleteke bombebarkirî hat teqandin. Ekîbên tenduristiyê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) 3 jê zarok 5 sivîlên ku di teqînê da birîndar bûn sewqî cihê tenduristiyê yê herî nêz kirin.

Ji ber teqînê di dikan û wesayîtên li hawirdor xisar çêbû.

Hêmanên ANSyê yên ku întiqalê herêmê kirin li ser wê îxtimalê disekinin ku êrîş bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye kirin.

YPG/PKKya rêxistina terorê digel mutebaqata di 17ê cotmehê da ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da ya der barê ji herêma Herekata Kaniya Aştiyê paşvekişîna rêxistinê li navçeyên Til Ebyad û Resuleynê û hawirdora wan êrîşên xwe didomîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE