Li bakurê Sûriyeyê li Til Ebyeda ku di kontrola mixalifan de ye, bi wesayiteke bombrêj êrîşeke terorê hat lidarxistin. Li gorî tesbîtên berahî di êrîşe de 3 ji wan zarok 6 sivîl hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.
Navçeya Til Ebyedê ya ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi Operasyona Kaniya Aşitiyê ji terorîstan hatibû paqijkirin, teqîneke çêbû.
Di encama înfilaqa wesayiteke bombrêj de li gorî tesbîtên berahî 3 ji wan zarok 6 sivîl hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.
4 sivîlên birîndar ku rewşa wan giran e sewqî Tirkiyeyê kirin.
Herwiha di encama teqînê de zirar gihişt kargeh û dikanan.
Hêzên ewlekariyê piştî lêkolîna li cihê bûyerê li ser wê îhtîmalê disekinin ku bûyer ji aliyê YPG/PKKya rêxistina terorê hatiye lidarxistin.
AA