Li Tûnisê Serokê Meclisê Xenûşî, Serokomar Seîd tawanbar kir ku derbe kir: Hikûmet hê jî li ser peywira xwe ye

Li Tûnisê Serokê Meclisê Xenûşî, Serokomar Seîd tawanbar kir ku derbe kir: Hikûmet hê jî li ser peywira xwe ye

Serokê Meclisa Tûnisê û pêşengê Tevgera Nehdayê Raşîd el-Xenûşî diyar kir, parlamento û hikûmeta ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, hê jî li ser wezîfeya xwe ne.

Raşîd el-Xenûşiyê Serokê Meclisa Tûnisê û pêşengê Tevgera Nehdayê ya ku li welêt partiya siyasî ya herî mezin e, li ser biryarên Serokomar Qeys Seîd ên rawestandina xebatên Meclisê û dawîkirina peywira serokwezîr, daxuyanî da AAyê û diyar kir ku ew ji ber biryarên Seîd li ber xwe ketin.

Xenûşî wiha got, "Ev bi awayekî eşkere derbeyeke destûrî ye. Derbeyeke dijî şoreşê û her wiha dijî azadiyên giştî û takekesî ye. Parlamento, hikûmet û yên mayîn ên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, hê jî li ser wezîfeya xwe ne."

Xenûşî bal kişand ku li gorî wan, şîrovekirina destûrê ya ji hêla serokomar bi temamî xelet e û ev şîroveya ku dûrî rastiyan e, xwe dispêre xwendineke îbtidaî ya destûrê ya ku di şertên diyar da derfetê dide serokomar ku biryarên îstisnaî werbigire.

Xenûşî diyar kir, Serokomar Seîd bi wî şêwirî ku ew ê di çarçoveya destûrê da biryaran werbigire ku ji wî wetrê ev yek dê di çarçoveya pêvajoyeke asayî da bimeşe.

Xenûşî wiha bal kişand, "Em wisa bawer in, tiştên ku qewimîn derbeyeke destûrî ye."

Li welêt paytext Tûnis di serî da li dijî hikûmetê û partiyên mixalefetê protestoyên girseyî hatibûn lidarxistin, di bûyerên derketibûn da Tevgera Nehdayê di serî da li dijî navendên partiyan êrîş hatibûn kirin.

Serokomar Seîd di peyama xwe ya bidîmen da ku duh deregiya şevê weşandibû, ragihandibû ku wî hemû peywirên Meclisê rawestandin, parêzbendiyên parlamenteran betal kirin, Serokwezîrê mewcûd Hîşam el-Meşîşî ji wezîfeyê hilda û bi serokwezîrekî ku ew ê tayîn bike va ew ê karê birêvabirinê bide meşandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE