Li Tunisê wezîfeya avakirina hikûmetê dan Wezîrê Karên Navxweyî Hîşam el Meşîşî

Hat ragihandin li Tunisê wezîfeya avakirina hikûmeta nû dan Wezîrê Karên Navxweyî Hîşam el Meşîşî.

Li Tunisê wezîfeya avakirina hikûmetê dan Wezîrê Karên Navxweyî Hîşam el Meşîşî

Hat ragihandin li Tunisê wezîfeya avakirina hikûmeta nû dan Wezîrê Karên Navxweyî Hîşam el Meşîşî.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Tunisê (TAP) Serokomar Qeys Seîd Wezîrê Karên Navxweyî Hîşam el Meşîşî wezîfedar kir ku ew hikûmeta nû ava bike.

Meşîşiyê girêdayî tu partiyeke siyasî nîne ji bo serokwezîrtiyê ji hêla tu partiyekê va namzed nehatibû nîşandan.

Meşîşiyê di meha sibatê da bû Wezîrê Karên Navxweyî di sala1974an da hat dinyayê. Di qada zanistên siyasî û hiqûqê da doktoraya wî heye û li Fransayê perwerdeya lîsansa bilind dît.

Li Tunisê Serokwezîr Îlyas el Fahfah ji ber şika bêrêtî û berjewendiyan îstifa kiribû

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE