Li Tunusê encamên nefermî yên referanduma destûrê eşkere bûn

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Tûnisê civîna çapemeniyê li dar xist da ku encamên nefermî yên referanduma destûra nû ya ku di 25ê Tîrmehê da hat kirin, eşkere bike.

Li Tunusê encamên nefermî yên referanduma destûrê eşkere bûn

 Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Tûnisê ragihand, li gorî encamên nefermî rêjeya beşdariya referanduma destûra nû ji sedî 27,54 e û her wiha ji sedî 94,6 dengên "erê" û ji sedî 5,4 jî yên "na"yê hatin dayîn.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Tûnisê civîna çapemeniyê li dar xist da ku encamên nefermî yên referanduma destûra nû ya ku di 25ê Tîrmehê da hat kirin, eşkere bike.

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe Farûq Bûesker diyar kir ku di referandumê da ji 9 milyon û 278 hezar û 541 dengdêrên qeydkirî 2 milyon û 830 hezar û 94an deng dan û rêjeya beşdariyê jî ji sedî 27,54 e.

Bûesker her wisa got ku ji dengdêrên ku dengên wan derbasdar hatin hesibandin ji sedî 94,6an ji bo destûra nû gotin "erê" û ji sedî 5,4an jî gotin "na".

Madeyên girîng ên destûra nû

Destûra nû ya ku dê têkeve şûna destûra di 2014an da ji 142 madeyan pêk tê û rayeyên berfireh dide serokomar.

Di reşnivîşa destûra nû da şûna madeya "Dînê Tûnisê Îslam e", madeya "Tûnis parçeyek ji miletê Îslamê ye" hat bicihkirin.

Di destûra nû da tu mekanîzmayeke ku Serokomar kontrol bike tuneye û her wisa Serokomar dê bikaribe serok û endamên hikûmetê tayîn bike.

Li gorî reşnivîsa destûra nû, digel Meclisa Gelê Tûnisê bi navê "Konseya Neteweyî ya Herêmî" mecliseke duyemîn jî dê were damezirandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE