Li Tûnisê Lutfî el-Merayhiyê namzedê Yekîtiya Gel a Komarê ji ber ku di tûra 1emîn a hilbijartina serokomariyê da têra xwe deng hilneda, diyar kir ew ê piştgiriyê bide namzedê serbixwe Qeys Seîdê ku ma tûra 2yemîn.
Merayhî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û wiha got, "Di tûra duyemîn da du namzed hene. Ne pêkan e ku ez Nebîl el-Karwî hilbijêrim. Her çend ez bi projeya Qeys Seîd ne beled bim jî, ez ê piştgiriyê bidim Seîd. Ew dixwaze pergala heyî biguherîne û ji aliyê şoreşgeriyê ye."
Merayhî diyar kir ku wî di emrê xwe da tenê carekê bi Seîd ra hevdîtin kiriye.
Merayhiyê namzedê serokomariyê yê Yekîtiya Gel a Komarê, di tûra yekemîn a hilbijartinê da ji sedî 6,56 deng hildabû û bi ser neketibû.
Seyfeddîn Mexlûfê namzedê Koalîsyona Rûmetê di tûra 1emîn a hilbijartinê da ji sedî 4,3 deng hildabû, Mûnsîf el-Merzûqiyê Serokomarê Tûnisê yê berê jî ji sedî 2,9 deng hildabû. Herdu namzedan jî gotibû ku ew ê di tûra duyemîn da piştgiriyê bidin Qeys Seîd.
- Encamên hilbijartina tûra 1emîn a Serokomariya Tûnisê
Namzedê serbixwe û profesorê qanûna bingehîn Qeys Seîd di hilbijartina serokomariyê da ji sedî 18,4 deng hilda. Nebîl Qarwiyê patronê medyayê jî ji sedî 15, 6 deng hilda û hatibû diyarkirin ku herdu namzed dimînin tûra duyemîn.
Tûnis wê di 6ê cotmehê da jî seba hilbijartina parlamenteriyê here ser sandoqê.
AA