Serokkomarê Tunusê Qays Seîd diyar kir, ji îro pê va li gor saeta herêmî di navbera 18.00 û 06.00an da li hemû welêt qedexeya derketina derva ya qismî wê were sepandin, hêzên eskerî û yekeyên ewlehiya navxweyî jî ji bo sepandina qedexeyê wê dewriyeyê bigerin.
Seîd diyar kir ku jiyan wê di nav 2 hefteyan da normal bibe, parastina şewbê girêdayî tevdîran e.
Seîd ji bo têkoşîna şewbê ji welatiyan xwest ku nîvê mehaniya xwe yan jî nîvê zehfê mehaniya xwe bibexşînin û ragihand ku ew ê jî mehaniya xwe bibexşîne.
Li Tunusê herî dawîn di 24 kesan da Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin.
AA