Li Odessaya bajarê Ukraynayê agir bi nexweşxaneyeke psikiyatriyê ket û 6 kes tê da mirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Servîsa Rewşên Acil a Dewletê ya Ukraynayê hat dayîn, li Odessayê ji ber sedemeke nediyar agir bi Nexweşxaneya Psîkiyatriyê ya 1 Nimre û yek qatî ket.
Agir bi şev hat temirandin û 6 kes tê da mirin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelensky li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku ji bo lêkolînkirina bûyerê Serokwezîr Vladimir Groysman hat wezîfedarkirin.
AA