Li Ukraynayê hêzên Rûsyayê nêzî Zaporîjyaya Santrala Nukleerê ya herî mezin a Ewropayê bûn, li qadê pevçûn derket û li heman herêmê şewat derket.
Ji kamerayên ewlehiyê yên santralê weşana zindî hat kirin, di weşanê da hat dîtin ku bi şev li qada santralê teqîn çêbûn û gule hatin agirkirin. Piştî teqînan ji herêma santralê dû rabû.
Dmitriy Orlovê Şaredarê Enerhodara bajarê santral lê ye daxuyanî da û bang kir ku êrîşên li dijî satralê werin sekinandin.
Di daxuyaniya serwêsa çapemeniyê ya Zaporîjyaya Santrala Nukleerê da hat gotin ku li satralê şewat derket.
Lêbelê nehat gotin ku şewat tam li ku dera santralê çêbû, aqûbet çabû.
Hatibû destnîşan kirin ku tankên Rûsyayê duh berêvarê li bajarokeke nêzî santralê bi cî bûne.
AA