Li Ukraynayê di rojekê da 4 hezar sivîl hatin texliyekirin

Vereşçûkê di daxuyaniya xwe ya rojane da diyar kir, ji bajarên Marîupol û Berdyanskê yên ku korîdorên mirovî lê vebûn, 2 hezar û 405 sivîl bi wesayîtên xwe gihîştin Zaporîjyayê.

Li Ukraynayê di rojekê da 4 hezar sivîl hatin texliyekirin

Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Îrîna Vereşçûkê ragihand, 3 hezar û 376 sivîl bi bal herêmên ewle hatin şandin.

Vereşçûkê di daxuyaniya xwe ya rojane da diyar kir, ji bajarên Marîupol û Berdyanskê yên ku korîdorên mirovî lê vebûn, 2 hezar û 405 sivîl bi wesayîtên xwe gihîştin Zaporîjyayê.

Vereşçûkê her wiha diyar kir, ji herêma Luganskê ya ku dagirkerên Rûs timî hewl didin rê li xebatên texliyeyê bigirin, wan 971 sivîl texliye kirin û da bibîrxistin ku digel delegasyoneke ji Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî otobus li bajarê Mangûsê sekinandî ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE