Li Ukraynayê generalê Ûris hat kuştin

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiyê hat dayîn, di pevçûnên nêzî Xarkîvê da Alîkarê Fermandarê Artêşa 41em a Rûsyayê û Serokê Kurmayê Tumgeneral Vitaly Gerasimov hat kuştin.

Li Ukraynayê generalê Ûris hat kuştin

Serokatiya Daîreya Îstixbaratê ya Wezareta Parastina Ukraynayê daxuyand, generalekî din ê Ûris hat kuştin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiyê hat dayîn, di pevçûnên nêzî Xarkîvê da Alîkarê Fermandarê Artêşa 41em a Rûsyayê û Serokê Kurmayê Tumgeneral Vitaly Gerasimov hat kuştin.

Hat gotin ku Gerasimov di Şerê 2yem ê Çeçenistanê, operasyonên Sûriyeyê û dagirkeriya Kirimê da cih girtiye. Gerasimov bû duyemîn fermandarê payebilind ê Ûris ku li Ukraynayê hat kuştin.

Alîkarê Fermandarê Artêşa 41em Tumgeneral Andrey Sukhovetsky jî bi destê eskerên Ukraynayê hatibû kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE