Li Ukraynayê ji bo texliyekirina sivîlan agirbesta berwext dest pê kir

Li Ukraynayê ji bo texliyekirina sivîlan agirbesta berwext dest pê kir

Li Ukraynayê paytext Kîev jî tê da ji bo ku sivîl ji 5 bajaran werin texliyekirin agirbesta berwext a ku hat îlankirin, dest pê kir.

Biryara agirbesta berwext a Wezareta Parastina Rûsyayê ya îro li gor saeta Moskovayê ji 10.00î pê va dest pê kir. Di çarçoveya agirbestê da ji bajarên Kîev, Xarkîv, Çernîgîv, Sumî û Mariupolê yên Ukraynayê sivîl wê werin texliyekirin.

Di 7ê adarê da li Besta herêma Belarûsê di navbera heyetên Rûsya û Ukraynayê da tûra 3yem a mizakereyan hatibû kirin û her du aliyan jî daxuyandibû ku seba korîdorên alîkariya însanî encamên erênî hatin bidestxistin.

Paşê ji bo texliyekirina sivîlan biryara agirbestê hatibû dayîn û hatibû gotin ji bo texliyekirina sivîlên Kîev, Xarkîv, Çernîgîv, Sumî û Mariupolê agirbestê dest pê kiribû.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE