Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir ku ji destpêka şer heya niha 1015 cî û warên artêşa Ûris dagirkiribûn ji alî artêşa Ukraynayê hatin rizgarkirin.
Zelenskiy di vîdeo peyama weşand da got ku di 24 saetên dawîn da 6 cî û warên nû hatin rizgarkirin û ji nû va kontrol ket destê Ukraynayê.
Di axaftina xwe da Zelenskiy got ku heta niha artêşa Ukraynayê 1015 cî û warên Ukraynayê ji bin dagirkeriya artêşa Ûris xilas kirin.
Serokê Dewleta Ukraynayê destnîşan kir ku li wan cî û waran niha av, ceyran û xizmetên din hemû ji nû va tên dayîn.
AA