Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku li Ukraynayê navenda fermanê û tanka sûtemeniyê bi mûşekên hessas hat bordûman kirin.
Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov derbarê çalakiyên yekeyên eskerî yên Rûs yên di şerê Ukraynayê de daxuyanî dan.
Konaşenkov destnîşan kir ku hêzên eskerî yên Rûs ên li Ukraynayê di êrîşa dijî tesîsên binesaziyê yên eskerî de berdewam in û got, "Yekeyên ku li Zoloçîv û Çuxûîvê ne bi mûşekên hesasiyet bilind li navenda fermanê û tanka sûtemeniyê xistin û hatin îmhakirin.
Konaşenkov anî ziman ku pevçûnên li Marîupola Ukraynayê berdewam in.