Li vê navçeyê nan belaş e

Nanên ku li firinan tên çêkirin li welatiyan tên belavkirin.

Li vê navçeyê nan belaş e

Li navçeya Şiyê ya Efrînê xizmetên ji bo gel didomin. Nanên ku li firinan tên çêkirin piştre bi awayekî belaş li xelkê navçeyê tê belavkirin. Gelê navçeyê ji vê xizmetê razî ye.

Her roj ton û nîvek nan tê çêkirin. Piştre dixin wesaîdan û mal bi mal tên belavkirin.

Ev der navçeya Şiyê ya Efrînê ye. 14 gundên navçeyê hene. Nanên ku li vê firinê tên çêkirin ji bo gel belaş in.

Ji bo belavkirina nan yek bi yek li deriyan dixin û nan belav dikin. Xelkê navçeyê ji van xizmetan gelekî memnûn e.

Her wiha li navçeyê nêzî 25 hezar kes ji vê xizmetê sûd werdigire.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE