Li Venezuelayê ji roja înê vir va ceyran tune

Alîkarê Serokê Dewletê yê Venezuelayê Jorge Rodrîguez got ji ber çûyîna ceyranê dibistan wê îro bên tetîlkirin, saziyên dewletê û li kargehên taybet jî xebat wê neyê kirin

Li Venezuelayê ji roja înê vir va ceyran tune

Alîkarê Serokê Dewletê yê Venezuelayê Jorge Rodrîguez got 3 roj in li welêt ceyran tune, ji ber vê dibistan wê îro bên tetîlkirin, li saziyên dewletê û li kargehên taybet jî xebat wê neyê kirin.

Li Venezuelaya ku di dîroka xwe da qeyrana siyasî ya herî cidî dijî şeva înê ceyran çû û hê jî nehatiye. Ji bilî hin cihên paytext Caracasê pirsgirêk dewam dike.

Hikûmet dibêje li hemberî santrala hîdrolîk û belavkirinê ya Guriyê sabotaj hatiye kirin û ceyran ji ber vê tune û bi awayekî cidî xebat tên kirin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.

- Dibistan hatin tetîlkirin

Alîkarê Serokê Dewletê yê Venezuelayê Jorge Rodrîguez beşdarî bernameya televizyona fermî ya welêt VTVyê bû û got li ser telîmata ê Serokê Dewletê yê Venezuelayê Nicolas Maduro ji dibistanan bigre heta zanîngehan hemû jî îro hatin tetîlkirin.

Rodrîguez got li saziyên dewletê û li kargehên taybet jî wê xebat neyê kirin.

Şeva înê li Venezuelayê ceyran çû, hin caran hat, lê dîsa çû.

Ji bilî hin cihên paytext Caracasê pirsgirêka ceyranê dewam dike.

LI ber îstgehên benzînê rêzeke dirêj heye, ji ber ku înternet û ragihandin tune, gel diçe devê rêyan li cihê ku sînyal heye û bi saetan benda sînyalê dimîne.

Ji ber ceyranê ava şebekeyê jî nagihîje malan. Li Caracasê welatî diçin ji kaniyên park û xetên din avê dikşînin dibin mala xwe.

- Ji ber talanê 50î zêdetir kes hatin binçavkirin

Li Barutaya herêma Caracasê komeke ciwanan markêtek talan kir, xwarin û xurek birin.

Polêsan ji ber talanê 50î zêdetir kes binçav kirin.

- Guaîdo dîsa bangî eskeran kir 

Juan Guadîoyê Serokê Meclisa Venezuelayê yê ku xwe wek serokê dewletê îlan kir ji ber çûyîna ceyranê li Caracasê civîneke çapemeniyê li dar xist û bangî eskeran kir ku bila êdî dev ji piştgiriya Maduro berdin.

Ji bilî vê tê îdiakirin 18 kes li nexweşxaneyê ji ber ku ceyran çûye mirine. Lê Wezîrê Tenduristiyê yê Venezualeyê Carlos Alvarado daxuyanî da televizyona VTVyê û got ev îdia ne rast in, di beşên acil ên nexweşxaneyan da jenerator dixebitin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE