Li Venezuelayê pevçûna girtî û polêsan: 23 kuştî

Li Venezuelayê girtiyên li navenda polêsan êrîşî polêsan kirin ku firar bikin û li ser vê pevçûn derket û 23 girtî hatin kuştin

Li Venezuelayê pevçûna girtî û polêsan: 23 kuştî

Hat ragihandin ku li Venezuelayê girtiyên li navenda polêsan êrîşî polêsan kirin ku firar bikin û li ser vê pevçûn derket û 23 girtî hatin kuştin.

Li gor xeberên di çapemeniya Venezuelayê da hatin weşandin, girtiyên di navenda polêsan a li herêmeke Portuguesaya eyaleta bajêr da dihatin girtin hewl dan birevin û bi sîlahên ketin destê wan va êrîşî polêsan kirin.

Hat ragihandin ku pevçûn derket û di pevçûnê da herî kêm 23 kes hatin kuştin û 19 polês jî birîndar bûn.

Meqamên fermî der barê bûyerê da tu daxuyanî nedan, ji bo hejmara kuştî û birîndaran reqemên cuda tên îdiakirin.

Hin saziyên medyayê di xeberên xwe da gotin ku ji ber hewla îsyanê ya li girtîgehekê pevçûn derketiye û 29 mehkûm hatine kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE