Li Venezuelayê alîgirên Maduro daketin kolanan

Alîgirên Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro piştî suîqesta li hember wî daketin kolanan û piştgirî dan wî.

Li Venezuelayê alîgirên Maduro daketin kolanan

Li Venezuelayê roja şemiyê li hember Serokê Dewletê Nîcolas Maduro êrîşek hat kirin, piştê vê alîgirên wî daketin kolanan û piştgirî dan wî.

Bi hezaran kesên ku cil û bergên sor ên semabola Partiya Komînîst a ku serokê wê Maduro ye li xwe kiribûn li paytext Caracasê meşiyan.

Çalakvanên ku di destê wan de ala û wêneyên Maduro hene ji bo ku piştgiriya xwe nîşan bidin meşiyan.

Wezîrê Karên Derva Jorge Arreaza di çalakiyê de bangî gel kir û got 6 kesên eleqeya wan bi suîqestê re hene, hatine girtin.

Arreaza got ewê li gor qanûnên Venezuelayê bêne cezakirin û îdia kir li pişt vê êrîşê "oligarşiya Kolombiyayê" û "emperyalizma Amerikaya Bakur" heye.

Roja şemiyê Serokê Dewletê Nîcolas Maduro dema li paytext Caracasê di merasimekê de diaxivî bi dronên teqemenî lê barkirî va li hember wî êrîş hatibû kirin. Di êrîşê de tu tişt li Maduro nehatibû lê 7 esker birîndar bûbûn.

Komeke xwe wekî "Eskerên Tîşortxwekirî" bi nav dike li ser Twîtterê daxuyandibû wan ev êrîş kiriye.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2018, 10:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE