Li Washingtonê birêvebiriya Trump hat protestokirin

Gelek endamên saziyên civakî yên sivîl protesto kirin ku Serokê Amerikayê Donald Trump li Irakê bi Îranê ra rû bi rû hat

Li Washingtonê birêvebiriya Trump hat protestokirin

Li Washîngtona paytextê Amerikayê biqasî 300 xwepêşandêrî bang kir ku birêvebiriya Amerîkayê ji Irakê vekişe û bi Îranê ra nekeve nav şer.

Bi serkêşiya saziya civaka sivîl a bi navê "Koda Pembe: Jinên ji bo Aştiyê" ya ku li Amerikayê wekî "CodePînk" tê zanîn, endamên gelek saziyên civakî yên sivîl ên wekî Komeleya Aştiyê ya Misilmanan, Komeleya Dijberiya Şer a Yekbûyî ji ber "Roja Çalakiya Neteweyî" li ber Qesra Spî hatin bal hev.

Kesên di komê da protesto kirin ku Amerika li Irakê bi Îranê ra rû bi rû hat.

Di destê kesên di komê da pankartên li serê "Ji bo şer û mueyideyên dijî Îranê na", "Bi Îranê ra Aştî", "Bi Îranê ra hevdîtin bike, bombebaran neke" nivîsandî hebûn û komê xwest ku Amerika eskerên xwe ji Irakê vekişe.

Biqasî 300 kes beşdarî çalakiyê bûn û komê dirûşmeyên "Îranê nekin wekî Irakê" berz kirin û ji bo kuştina General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê jî pankartên wekî "ji sûîqesdan ra na" vekirin.

Rageşiya di navbera Amerika û Îranê da piştî ku artêşa Amerîkayê da di 3yê kanûna paşîn da nêzî Balafirgeha Bexdayê General Qasim Silêmaniyê Îranî kuşt zêde bû.

Piştî kuştina Silêmanî êrîşên bi roketan ên ser baregehên Amerikayê yên li Irakê zêde bûn û t îdiakirin ku Amerîka jî hedefên Heşdî Şabiya koma milîsên Şiî dixe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE