Li Washingtona paytexta DYAyê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) "rewşa acîl" hat ragihandin.
Şaredarê Washington DCyê Muriel Bowser di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ji ber Kovîd-19a ku li herêmê zêde dibe rewşa acîl ragihandine.
Li Washingtona paytext heta nuha 4 pêketî hatine tesbîtkirin. Li eyaletên derdorê yên weke Maryland û Virginiayê heryekê 9 pêketî hatibûn tesbîtkirin.
AA