Li welatên Afrîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê dimirin û pê dikevin zêde dibe

Li Misirê 260, li Afrîkaya Başûr 203, li Cezayîr û Fasê li her yekê 132, li Ganayê 121, li Senegalê 87, li Gîneyê 77, li Gîneya Ekvatorê 57, li Somaliyê 48 û li Sûdanê 43 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin

Li welatên Afrîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê dimirin û pê dikevin zêde dibe

Li Afrîkayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, li Cezayîrê derket 437an, li Misirê derket 359an, li Afrîkaya Başûr derket 93yan, li Fasê derket 58an, li Tûnisê derket 40an, li Komara Demokratîk Kongoyê derket 32yan, li Somaliyê derket 28an, li Sûdanê derket 25an, li Maliyê derket 24an û li Lîberyayê jî derket 20an.

Li gorî malpera "Worlometer" ku daneyên rojane yên li ser Kovîd-19ê diweşîne, li Misirê 260, li Afrîkaya Başûr 203, li Cezayîr û Fasê li her yekê 132, li Ganayê 121, li Senegalê 87, li Gîneyê 77, li Gîneya Ekvatorê 57, li Somaliyê 48 û li Sûdanê 43 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Ji ber Kovîd-19ê li Misirê 22, li Gana û Cezayîrê li her yekî 5, li Sûdan û Lîberyayê li her yekî 4, li Afrîkaya Başûr û Fasê li her yekî 3, li Somalî, Komara Demokratîk Kongoyê û Çadê li her yekî 2, li Malî û Tûnisê li her yekî kesek mirin.

Hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, li Cezayîrê derket 437an, li Misirê derket 359an, li Afrîkaya Başûr derket 93yan, li Fasê derket 58an, li Tûnisê derket 40an, li Komara Demokratîk Kongoyê derket 32yan, li Somaliyê derket 28an, li Sûdanê derket 25an, li Maliyê derket 24an û li Lîberyayê jî derket 20an.

Di vê navberê da li Çadê mirinên ewil ên ji ber Kovîd-19ê hatin tomarkirin.

Li welatên wekî Cibuti, Sûdana Başûr, Gabon, Kenya, Esvatini, Sierra Leone, Zambiya, Burkina Faso, Botsvana û Etiyopyayê jî hejmara pêketiyan zêde bû.

- Li Afrîkayê rewşa dawîn a şewbê

Li gorî daneyên dawîn ên Navenda Kontrol û Rêgirtiya Nexweşiyê ya Afrîkayê (Africa CDD), li parmzemînê 33 hezar û 566 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tomarkirin, ji van 1469 jê mirin û ji nexweşan 10 hezar û 152 kes jî qenc bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE