Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) li Afrîkaya Başûr 10, li Çadê 7 û li Gîneyê jî kesek mir.
Wezareta Tenduristiyê ya Afrîkaya Başûr daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku hat tespîtkirin Kovîd-19 bi 352 kesên din jî geriya û 10 kes jî mirin. Hat gotin ku jimara waqieyan 7 hezar û 572 ye û hejmara miriyan jî bû 148.
Wezareta Tenduristiyê ya Gîneyê jî ragihand ku li welêt 101 waqieyên nû yên Kovîd-19ê hatin tespîtkirin û kesek jî mir.
Wezareta Tenduristiyê ya Çadê jî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku li welêt bi 53 kesên nû ra şewb hat tespîtkirin û 7 kes jî mirin.
Li Çadê jimara waqieyan 170 ye û li Gîneyê jî 1811 ye.
Li parzemînê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê li Afrîkaya Başûr hatin tespîtkirin û mirina ji ber şewbê jî herî zêde li Cezayirê hat qeydkirin. Li Lesothoyê jî heta niha tu waqie nehat raporkirin.
Li gor daneyên Navenda Rêlêgirtin û Kontrola Nexweşiyan a Afrîkayê (Afrîka CDC) li parzemîna Afrîkayê bi 47 hezar û 581 kesî ra şewba Kovîd-19ê hat dîtin û bi tevahî 1862 kesan jî ji ber şewbê can da.AA