Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 328 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 609 hezar û 388 kesî.

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û mirinên ji ber vîrusê zêde dibin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 328 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 609 hezar û 388 kesî.

Li seranserê welêt 11 hezar û 866 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 21 milyon û 874 hezar û 324 kesî.

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 20 milyon û 678 hezar û 858 kes baş bûn.

Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 261 kes mirin û 3 hezar û 574 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 289 hezar û 674an, hejmara pêketiyan gihîşt 3 milyon û 825 hezar û 404 kesî, 3 milyon û 187 hezar û 604 kes jî baş bûn.

Kolombiya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê, di 24 saetên dawîn da 32 kes mirin û hejmara miriyan derket 127 hezar û 488an.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 1999 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 12 hezar û 981î, hejmara kesên ku baş bûn jî derket 4 milyon û 856 hezar û 686an.

Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 8 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 116 hezar û 91an.

Li welêt 928 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 296 hezar û 188an.

Li welêt hejmara kesên baş bûn jî derket 5 milyon û 162 hezar û 713yan.

Peru

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Peruyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 21 kes mirin û 587 hezar pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara pêketiyan gihîşt 2 milyon û 206 hezar û 556an, hejmara miriyan bû 200 hezar û 409an û 2 milyon û 185 hezar û 612 kes jî baş bûn.

Şili

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Şiliyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 27 kes mirin ku hejmara miriyan gihîşt 37 hezar û 841î.

Li welêt 2 hezar û 895 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin ku hejmara wan gijîşt milyonek û 706 hezar û 622yan.

Milyonek û 652 hezar û 817 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE