Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, di rojekê da 307 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 190 hezar û 795an, bi tesbîtkirina 17 hezar û 246 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 465 hezar û 806an. Li welêt her wiha hejmara kesên baş bûn jî derket 6 milyon û 475 hezar û 466an.

- Meksîka

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê, di 24 saetên dawîn da 189 kes mirin, 4 hezar û 974 pêketî hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara miriyan derket 122 hezar û 26an, ya pêketiyan derket milyonek û 377 hezar û 217an û ya başbûyiyan jî derket milyonek û 31 hezar û 864an.

- Arjantîn

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê, di rojekê da 79 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 42 hezar û 501ê, bi tesbîtkirina 3 hezar û 713 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 578 hezar û 267an. Her wiha milyonek û 402 hezar û 227 kes jî baş bûn.

- Kolombiya

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê, di rojekê da 253 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 41 hezar û 943yan, bi tesbîtkirina 10 hezar û 196 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 584 hezar û 903yan. Her wiha milyonek û 444 hezar û 41 kes jî baş bûn.

- Perû

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Peruyê, di 24 saetên dawîn da 46 kes mirin, 601 pêketî hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara miriyan derket 37 hezar û 414an, ya pêketiyan derket milyonek û 6 hezar û 318an û ya başbûyiyan jî derket 943 hezar û 637an.

- Şîlî

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Şîliyê, di rojekê da 46 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 16 hezar û 404an, bi tesbîtkirina 2 hezar û 563 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 598 hezar û 394an. Her wiha 567 hezar û 376 kes jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE