Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, di rojekê da 1050 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 209 hezar û 296an, bi tesbîtkirina 61 hezar û 567 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 8 milyon û 455 hezar û 59an.

Li welêt her wiha hejmara kesên baş bûn jî derket 7 milyon û 388 hezar û 784an.

- Meksîka

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê, di 24 saetên dawîn da 1219 kes mirin, 20 hezar û 523 pêketî hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara miriyan derket 140 hezar û 241ê, ya pêketiyan derket milyonek û 630 hezar û 258an û ya başbûyiyan jî derket milyonek û 212 hezar û 403yan.

- Arjantîn

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê, di rojekê da 68 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 45 hezar û 295an, bi tesbîtkirina 8 hezar û 932 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 791 hezar û 979an.

Her wiha li Arjantîna ku nifûsê wê 45 milyon e, milyonek û 573 hezar û 104 kes jî baş bûn.

- Kolombiya

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê, di rojekê da 388 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 48 hezar û 256an, bi tesbîtkirina 20 hezar û 855 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 891 hezar û 34an. Her wiha milyonek û 711 hezar û 924 kes jî baş bûn.

- Şîlî

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Şîliyê, di rojekê da 66 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 17 hezar û 435an, bi tesbîtkirina 4 hezar û 313 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 665 hezar û 493yan. Her wiha 622 hezar û 321 kes jî baş bûn.

- Bolîvya

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Bolîvyayê, di 25 saetên dawîn da 25 kes mirin, 2 hezar û 91 pêketî hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara miriyan derket 9 hezar û 596yan, ya pêketiyan derket 185 hezar û 680yan û ya başbûyiyan jî derket 142 hezar û 948an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE