Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 2 hezar û 656 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 406 hezar û 437 kesî, li seranserê welêt 66 hezar û 964 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 14 milyon û 725 hezar û 975an.

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

 Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha yên ku ji ber vîrusê dimirin her ku diçe zêde dibe.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 2 hezar û 656 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 406 hezar û 437 kesî, li seranserê welêt 66 hezar û 964 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 14 milyon û 725 hezar û 975an.

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 13 milyon û 242 hezar û 665 kes pak bûn.

 Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 261 kes mirin û 3 hezar û 25 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin bû 217 hezar û 168 û hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 347 hezar û 780yan û milyonek û 867 hezar û 191 kes jî baş bûn.

Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 231 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan gihîşt 64 hezar û 96 kesa. 16 hezar û 502 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 2 milyon û 517 hezar û 300 kesî.

Kolombiya

Li gor daneyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê eşkere kirin, di 24 saetên dawîn da 495 kes mirin û jimara miriyan derket 74 hezar û 215 kesan.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 18 hezar û 22 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî jimara pêketiyan derket 2 milyon û 877 hezar û 746an, jimara kesên ku qenc bûn jî derket 2 milyon û 686 hezar û 399an.

Peru

Li gor daneyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Peruyê di 24 saetên dawîn da 312 kes mirin û 2 hezar û 907 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Jimara pêketiyan derket milyonek û 804 hezar û 915an, jimara kesên ku qenc bûn derket milyonek û 748 hezar û 170yan. Jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin jî derket 61 hezar û 789an.

Şîlî

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Şîliyê di 24 saetên dawîn da bi mirina 104 kesan va jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 26 hezar û 457an.

Jimara pêketiyan 6 hezar û 469 zêde bû û derket milyonek û 204 hezar û 755an, jimara kesên ku qenc bûn jî derket milyonek û 136 hezar û 816an.

Ekvador

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Ekvadorê, di 24 saetên dawîn da jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 93 zêde bû û derket 18 hezar û 724an, jimara pêketiyan jî 2 hezar û 727 zêde bû û derket 384 hezar û 589an.

Li welêt 318 hezar û 598 kesên ku bi vîrusê ketin jî qenc bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE