Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û mirinên ji ber vîrusê zêde dibin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 468 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 597 hezar û 723 kesî.
Li seranserê welêt 13 hezar û 466 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 21 milyon û 459 hezar û 117yan.
Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 20 milyon û 436 hezar û 127 kes baş bûn.
- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 614 kes mirin û 7 hezar û 369 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 278 hezar û 590î , hejmara pêketiyan gihîşt 3 milyon û 678 hezar û 980, 3 milyon û 28 hezar û 814 kes jî baş bûn.
- Kolombiya
Li gor daneyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê eşkere kirin, di 24 saetên dawîn da 36 kes mirin û hejmara miriyan derket 126 hezar û 372yan.
Di 24 saetên dawîn da li welêt 1497 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 960 hezar û 641î, hejmara kesên ku baş bûn jî derket 4 milyon û 802 hezar û 907an.
- Arjantîn
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 14 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 115 hezar û 239an.
Li welêt 886 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 259 hezar û 352yan.
AA