Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 20 milyon û 436 hezar û 127 kes baş bûn.

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

 Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û mirinên ji ber vîrusê zêde dibin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 404 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 600 hezar û 829 kesî.

Li seranserê welêt 16 hezar û 451pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 21 milyon û 567 hezar û 181 kesî.

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 20 milyon û 436 hezar û 127 kes baş bûn.

Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 348 kes mirin û 6 hezar û 153 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 281 hezar û 958an, hejmara pêketiyan gihîşt 3 milyon û 720 hezar û 545 kesî, 3 milyon û 76 hezar û 904 kes jî baş bûn.

Kolombiya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê, di 24 saetên dawîn da 33 kes mirin û hejmara miriyan derket 126 hezar û 585an.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 1587 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 970 hezar û 718an, hejmara kesên ku baş bûn jî derket 4 milyon û 813 hezar û 675an.

 Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 14 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 115 hezar û 458an.

Li welêt 470 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 265 hezar û 582yan.

Li welêt hejmara kesên baş bûn jî derket 5 milyon û 131 hezar û 279an.

 Peru

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Peruyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 16 kes mirin û 267 hezar pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara pêketiyan gihîşt 2 milyon û 183 hezar û 589an, hejmara miriyan bû 199 hezar û 641 û 2 milyon û 160 hezar û 784 kes jî baş bûn.

Şilî

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Şiliyê di 24 saetên dawîn da li welêt 12 kes mirin û hejmara miriyan gihîşt 37 hezar û 554an.

Li welêt 998 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derkete milyonek û 661 hezar û 370î.

Li welêt milyonek û 615 hezar û 629 kes jî baş bûn.

Guatemala

Li gor nûçeyên çapemeniya Guatemalayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 48 kes mirin, bi mirina wan va hejmara miriyan gihîşt 13 hezar û 986an.

Li welêt 1991 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara pêketiyan gihîşt 578 hezar û 809an.

Li Guatemalayê 544 hezar û 963 kes jî baş bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE