Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 483 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 603 hezar û 152 kesî.

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û mirinên ji ber vîrusê zêde dibin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 483 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 603 hezar û 152 kesî.

Li seranserê welêt 11 hezar û 250 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 21 milyon û 638 hezar û 726 kesan

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 20 milyon û 783 hezar û 940 kes baş bûn.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 313 kes mirin û 5 hezar û 203 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 284 hezar û 321î, hejmara pêketiyan gihîşt 3 milyon û 113 hezar û 350 kesî.

- Kolombiya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê, di 24 saetên dawîn da 34 kes mirin û hejmara miriyan derket 126 hezar û 830î.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 1544 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 980 hezar û 233yan, hejmara kesên ku baş bûn jî derket 4 milyon û 823 hezar û 881î.

- Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 3 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 115 hezar û 663yan.

Li welêt 790 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 272 hezar û 151î.

Li welêtê nifûsa wê 45 milyon e hejmara kesên baş bûn jî derket 5 milyon û 138 hezar û 645an

- Peru

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Peruyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 15 kes mirin û 458 hezar pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara pêketiyan gihîşt 2 milyon û 189 hezar û 165an, hejmara miriyan bû 199 hezar û 816yan û 2 milyon û 166 hezar û 743 kes jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE