Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û mirinên ji ber vîrusê zêde dibin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, di nav 24 saetên dawîn da 232 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 607 hezar û 694 kesî.

Li seranserê welêt 10 hezar û 693 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 21 milyon û 804 hezar û 94 kesan.

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 20 milyon û 992 hezar û 510 kes baş bûn.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 325 kes mirin û 3 hezar û 478 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 288 hezar û 276an, hejmara pêketiyan gihîşt 3 milyon û 166 hezar û 103 kesî.

- Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 7 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 115 hezar û 942yan.

Li welêt 812 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 288 hezar û 259an.

Li welatê ku nifûsa wê 45 milyon e hejmara kesên baş bûn jî derket 5 milyon û 153 hezar û 873yan.

- Peru

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Peruyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 8 kes mirin û 554 hezar pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara pêketiyan gihîşt 2 milyon û 200 hezar û 958an, hejmara miriyan jî bû 200 hezar û 217an û 2 milyon û 179 hezar û 725 kes jî baş bûn.

- Şîlî

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Şîliyê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 14 kes mirin û hejmara miriyan gihîşt 37 hezar û 743yan.

Li welêt 2 hezar û 142 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan bû milyonek û 692 hezar û 877, milyonek û 639 hezar û 895 kes jî baş bûn.

- Guatemala

Li gor nûçeyên çapemeniya Guatemalayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 57 kes mirin, bi mirina wan va hejmara miriyan gihîşt 15 hezar û 50yî.

Li welêt 983 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara pêketiyan gihîşt 601 hezar û 402yan.

Li Guatemalayê 580 hezar û 207 kes jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE