Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên ser şewba Kovîd-19ê

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 19 milyon û 663 hezar û 748 kes qenc bûn.

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên ser şewba Kovîd-19ê

Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û mirinên ji ber vîrusê zêde dibin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 298 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 579 hezar û 308 kesî, li seranserê welêt 13 hezar û 210 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 20 milyon û 741 hezar û 815an.

Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 19 milyon û 663 hezar û 748 kes qenc bûn.

Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 259 kes mirin û 6 hezar û 837 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 258 hezar û 165an û 2 milyon û 669 hezar û 941 kes jî qenc bûn.

Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 59 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 111 hezar û 383yan. 2 hezar û 73 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 173 hezar û 531an.

Kolombiya

Li gor daneyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê eşkere kirin, di 24 saetên dawîn da 68 kes mirin û hejmara miriyan derket 124 hezar û 811an.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 1954 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 905 hezar û 258an, hejmara kesên ku baş bûn jî derket 4 milyon û 736 hezar û 32yan.

Şîlî

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Şîliyê di 24 saetên dawîn da bi mirina 44 kesan va hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 36 hezar û 885an.

Hejmara pêketiyan 595 zêde bû û derket milyonek û 637 hezar û 829an, hejmara kesên ku qenc bûn jî derket milyonek û 594 hezar û 585an.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE