Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin zêde dibe

Li welatên Amerîkaya Latîn mirina ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) didome û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin her diçe zêde dibe.

Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin zêde dibe

Li welatên Amerîkaya Latîn mirina ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) didome û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin her diçe zêde dibe.

Di nav 24 saetên dawîn da li Brezîlyayê 721, Meksîkayê 458, Arjantînê 19, Kolombiyayê 106, Perûyê 195, Şîliyê 96, Ekvadorê 32 û Bolîvyayê 21 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tendûristiyê ya Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 721 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên sedema mirina wan Kovîd-19 bû jî gihîşt 254 hezar û 942yan, li seranserê welêt 34 hezar û 27 pêketiyên nû hatin tespîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 10 milyon û 551 hezar û 259an.

Brezîlya piştî Amerîka û Hîndistanê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 9 milyon û 411 hezar û 33 kes pak bûn.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 458 kes mirin û 10 hezar û 56 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin bû 185 hezar û 715an û hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 76 hezar û 882yan û milyonek û 633 hezar û 900 kes jî baş bûn.

- Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 19 kes mirin û heta niha ji ber Kovîd-19ê 51 hezar û 965 kes mirin û bi tevahî 2 milyon û 107 hezar û 365 kes jî bi şewba Kovîd-19ê ketin.

- Kolombiya

Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê di daneyên weşand da ragihand ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 106 kesên din va hejmara kesên li welêt Kovîd-19 bû sedema mirina wan derket 59 hezar û 766an.

Li welatên Amerîkaya Latîn heta niha ji ber şewba Kovîd-19ê li Perûyê 46 hezar û 494, li Şîliyê 20 hezar û 572, li Ekvadorê 15 hezar û 811 û li Bolîvyayê jî 11 hezar û 649 kes mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE