Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li Behreynê 1, li Cezayîrê 10, li Filistînê 2, li Fasê 4 kes mirin, li Tûnis û Urdinê jî hejmara pêketiyan zêde bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Behreynê, li welêt kesekî din jî ji ber vîrusê mir û 531 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 125an, ya pêketiyan derket 36 hezar û 4an. Her wiha 765 kes jî baş bûn.
- Cezayîr
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Cezayîrê, li welêt 10 kesên din jî ji ber vîrusê mirin û 535 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 1078an, ya pêketiyan derket 23 hezar û 84an. Her wiha 16 hezar û 51 kes jî baş bûn.
- Filistîn
Wezareta Tenduristiya Filistînê ragihand ku li welêt 2 kesên din jî ji ber vîrusê mirin û 765 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Li welêt bi tevahî 64 kes mirin, hejmara pêketiyan derket 10 hezar û 54an a kesên baş bûn jî derket 2 hezar û 95an.
- Fas
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Fasê, li welêt 4 kesên din jî ji ber vîrusê mirin, 212 bi vîrusê ketin û 301 kes jî baş bûn.
Li welêt hejmara miriyan derket 273yan, ya pêketiyan derket 17 hezar û 236an. Her wiha 14 hezar û 921 kes jî baş bûn.
- Tûnis
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Tûnisê da hat ragihandin ku li welêt 26 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, hejmara giştî ya pêketiyan bi vî awayî derket 1374an.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hejmara miriyan derket 50yan, ya kesên baş bûn jî derket 1097an.
- Urdin
Wezareta Tenduristiya Urdinê jî ragihand ku li welêt 4 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan bi vî awayî derket 1218an.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li welêt hejmara miriyan 11, ya kesên baş bûn jî 1024 e.
AA