Li Wîsconsîna eyaleta Amerîkayê xwepêşandanên dijî tundiya polêsan

Xwepêşandanên dijî tundiya polêsan li Wîsconsîna eyaleta Amerîkayê dewam kir

Li Wîsconsîna eyaleta Amerîkayê xwepêşandanên dijî tundiya polêsan

Li Wîsconsîna eyaleta Amerîkayê ji ber ku polêsan ji para va gule berdabû Jacob Blakeê reşik xwepêşandanan dest pê kiribû û di roja sêyemîn da dewam dikin. 

Walî Tony Evers ji ber xwepêşandanan li eyaletê rewşa acil îlan kir û dema qedexeya derketina derva jî dirêj kir, lê xwepêşandêran guh nedan qedexeyê û li ber mehkemeya Kenoshayê kom bûn.

Polêsan guleyên plastîk, xaza rondikrêj bi kar anîn û wesayîtên xwe li ser xwepêşandêran da ajotin ku ew belav bin.

Xwepêşandêran guh nedan polêsan û çalakiya xwe domand û dirûşmeya "Jiyana reşikan girîng e" berz kirin.

Ji bo şêlandin û talan neyê kirin hin sivîlên biçek li ber îstgehên benzînê û kargehan nobet girtin.

Bûyer

Li Kenoshaya bajarê Wîsconsînê roja yekşemê polêsan gule berdabûn Jacob Blake û ew giran birîndar bûbû.

Bavê Blake daxuyanî dabû çapemeniyê û gotibû birîna 8 guleyan di bedena wî da heye û felc bûye.

Di vîdeoya ku li ser medyaya civakî hatibû parvekirin da hatibû dîtin ku Blake deriyê wesayîta xwe vedike ku siwar be, lê polês wî kaş dikin nahêlin û paşê jî guleyan berdidin wî.

Hatibû gotin ku dema gule berdan Blake 3 zarokên wî jî di wesayîtê da bûn.

Polêsan daxuyandibû ew ji ber îxbara "bûyereke di nav malê da" çûne mala Blake.

Hin şahidan jî ji çapemeniyê ra daxuyandibûn du jinan nîqaş dikir, Blake hewl dida wan ji hevdu biqetîne û wê demê da polês hatin.

Li Amerîkayê di meha gulanê da jî li bajarê Mînneapolîsa li ser eyaleta Mînnesotayê polêsan welatiyekî reşik ê bi navê George Floyd kuştibû. Ji ber kuştina wî lê welêt ji mehekî zêdetir xwepêşandan çêbûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE