Li Wuhanê hemû nexweşên Kovîd-19ê hatin tabûrcîkirin

Hat ragihandin ku hemû nexweşên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) yên Wuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê ku vîrus lê derketibû, hatin tabûrcîkirin.

Li Wuhanê hemû nexweşên Kovîd-19ê hatin tabûrcîkirin

Hat ragihandin ku hemû nexweşên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) yên Wuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê ku vîrus lê derketibû, hatin tabûrcîkirin.

Li gor nûçeya çapemeniya welêt, berdevkê Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê Mi Feng daxuyanî da û got ku li Wuhanê hemû nexweşên vîrusa koronayê hatin tabûrcîkirin.

Mi Feng diyar kir, bi saya serê doxtorên Wuhanê û doxtorên ku herêmên cuda yên Çînê hatin, li bajêr tu kesekî ku li nexweşxaneyan tedawiya Kovîd-19ê dibîne, nemane.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê îro da, li welêt di 24 saetên dawîn da 5 jê ji derveyî welêt bi tevahî di 11 kesan da vîrus hat tesbîtkirin, li welêmt tu kes ji ber vîrusê nemir.

Li Çînê jimara kesên ku di wan da vîrus hat tesbîtkirin derket 82 hezar û 827an. Li welêt heta niha 4 hezar û 632 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE