Li Xelfetiya ku bûye "navçeya qeraxê" keştiyên gerê tên çêkirin

Piştî ku Midûriya Bendergehê ya Mersînê destûrê dide van keştiyan ew Çemê Feratê di serî da li ser çemên herêmê xizmetê didin welatiyan

Li Xelfetiya ku bûye "navçeya qeraxê" keştiyên gerê tên çêkirin

Xelfetiya navçeya Rihayê ya ku bi saya Gola Bendavê ya Bîrecîkê bûye wek bajarekî qeraxê bi xweza û dîroka xwe va gelek ziyaretvanan diezimîne û li vir keştiyên gerê tên çêkirin.

Xelfetiya ku beşeke wê di binê ava Bendava Bîrecîkê da maye û ji ber taybetiya wê ya aram, bi destê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da li tora "bajarê aram" hat zêdekirin bi malên kevir ên dîrokî û bedewiyên xwezayî va wekî "bihuşta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê tê binavkirin, bala turîstan dikişîne.

Kesên tên Xelfetiyê keştiyê siwar dibin û di nav Gundê Savaşanê ya di binê avê da maye digerin.

Ji ber ku gera bi keştiyê eleqeyeke zêde dibîne li navçeyê kargehên ku lê keştî tên çêkirin hatine vekirin û bi serokatiya endezyarên ji Bartinê hatine va gelek keştî tên çêkirin.

Piştî ku Midûriya Bendergehê ya Mersînê destûrê dide van keştiyan ew Çemê Feratê di serî da li ser çemên herêmê xizmetê didin welatiyan.

- "Keştiyek di 70 rojan da tê çêkirin "

Miteşebis Îlhan Arginê keştiyan dide çêkirin ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand berê wan keştî ji Antalya, Wan, Bartin û bajarên din dian,î lê niha ew bi xwe li navçeyê keştiyan çêdikin.

Argin anî ziman wan niha 4-5 keştî çêkirine û wiha axivî: "Keştiyek hema hema di 70 rojan da tê çêkirin. Li gor dirêjahiyê û hejmara rêwiyan çêkirina wê diguhere. Niha du keştiyên ku 60 rêwiyan bibe û bîne tên çêkirin. Em sacên 6-7 milîm ditewînin û pê keştiyê çêdikin. Niha 5 siparişên me bendê ne. Ji ber ku cihê me ne musaîd e em ancax 2 an jî 3 keştiyan dikarin bi hev ra çêbikin. Ji bilî keştiyên gerê em yên masivanan jî çêdikin. Em ne tenê îskeleta keştiyê, motora wê, perwaneya wê û hemû perçeyên wê çêdikin."

Argin got ji Diyarbekir, Batman Hasankeyf, Gazîentab û Yavuzeliyê siparişên wan hene, berê ji bajarên Rojavayê keştî dihatin anîn, lê niha ew bi hêsanî keştiyan dibin teslîmî van bajaran dikin.

Hasan Kandamar jî daxuyand wan berê ev kar bi ecemitiyê dikir lê ew êdî bûne pisporê vî karî û der barê bihayê wan da jî wiha agahî da: "Li gor mezinbûna wê ji 800 hezar lireyê bigire heta 1,5 milyon lireyî bihayê wê diguhere. Bi van keştiyan va turîstên herêmî û biyanî li ser Çemê Feratê tên gerandin. Me heta niha 15 keştî çêkirin. Berê dema me ji derva keştiyan dianî pirsgirêk çêdibûn, lê niha şûna keştiyên dar em ji hesin keştiyên saxlemtir li vir didin çêkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE