Li Xeze û Şerîeya Rojava ji bo Kovîd-19ê tevdîrên nû hatin hildan

Li Xeze û Şerîeya Rojavaya ku di bin îşxalê da ye ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tevdîrên nû hatin hildan.

Li Xeze û Şerîeya Rojava ji bo Kovîd-19ê tevdîrên nû hatin hildan

Li Xeze û Şerîeya Rojavaya ku di bin îşxalê da ye ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tevdîrên nû hatin hildan.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Iyad el-Bezm civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, 191 kesên ku ji Deriyê Sînor ê Refahê ra ketin Xezeyê û 38 kesên ku ji Deriyê Sînor ê Erezê ra ketin hundir, ji bo 14 rojan ketin karantînayê.

Bezm daxuyand, ji bo 520 girtiyên ku piraniya wan ji sûcên darayî girtî ne, heta demekê destûra wan hat dayîn, Midûriya Islah û Rehabîlîtasyonê jî 87 mehkûmên ku piraniya cezayê xwe kişandine, berdan.

Bezm got ku navendên islah û rehabîlîtasyonê û qereqolên polêsan tên dezenfektekirin.

Berdevk Bezm diyar kir, Wezaretê li Xezeyê 5 navendên karantînayê ava kirin, navendên sitarbûnê vekirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra jî got ku ji bo 38 nexweşên ku ji Deriyê Sînor ê Refahê ra hatin Xezeyê, wan nexweşxaneyeke sehrayê vekir.

Qudra got ku heta niha testa 39 kesan hat kirin, lê ya hemûyan jî negatîf derket.

Ji aliyê din va Midûriya Weqfan a Walîtiya Ramallah û El-Bîreyê biryar da ku hemû mizgeftên bajêr werin girtin.

Hikûmeta Filistînê jî diyar kir ku li welêt di 2 kesên din da jî vîrus hat dîtin û jimara kesên ku vîrus kişiyayê derket 41an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE