Çalakiyên 20emîn Mihrîcana Filistînê ya Navneteweyî li Xezeyê dest pê kirin.
Çalakî li Zanîngeha Xezeyê hat lidarxistin û gelek Filistînî beşdar bûn.
Di roja ewil a mihrîcana ku bi temaya "Filistîna Em Jê Hez Dikin" hat lidarxistin da ekîba folklorê ya Filistînê leyîst.
Kordînatorê Çapemeniyê yê Mihrîcanê Mihemed Abid daxuyanî da û got ku roja ewil ekîba folklorê leyîst, roja duyemîn jî komên muzîkê yên cuda wê stranan bêjin.
Li Şerîeya Rojava di 25ê hezîranê da mihrîcan hatibû lidarxistin û li Quds, Cenîn, En-Nasira û Kalkîlyayê çalakî hatibûn lidarxistin.
Mihrîcan cara ewil di sala 1993yan da li Şerîeya Rojava hat lidarxistin û yek ji çalakiyên herî girîng ên li ser axa Filistînê tên lidarxistin, tê qebûlkirin.